Hewlêr û Bexda hefteya bê rêkeftineke nû pêk tînin

PeyamaKurd- Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 20ê Tebaxê bi Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî re civiya û radestkirina dahatên neneftî hate gotûbêjkirin.
Berpirsê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa piştî civînê ragihand ku civîn baş derbas bûye û ragihand, "Pêşketineke baş di civînan de çêbûye û em dixwazin di nava hefteyekê de li ser pirsa dahatên neneftî bigihîjin rêkeftinê."
Şanda Herêma Kurdistanê dê îro danê êvarê vegere Hewlêrê û tê çaverêkirin, di destpêka hefteya bê de careke din biçe Bexdayê da ku gotûbêjên xwe bidomîne û beriya civîna Encûmena Wezîran a Iraqê reşnivîsa dawî amade bike.
Hêjayî gotinê ye, hevdîtinên şanda Herêma Kurdistanê ev demeke berdewam dikin û doh jî Encûmena Wezîran a Iraqê derbarê mûçeyên Herêma Kurdistanê de çend biryar dabûn û razîbûn nîşan da ku kar bi biryara hejmar (550) a sala 2025an were kirin, ji bo dabînkirina mûçeyên fêrmaberên Herêma Kurdistanê yên meha Hezîranê.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




