Macron: Divê hevdîtina Pûtîn-Zelensky li Cenevreyê be

Macron: Divê hevdîtina Pûtîn-Zelensky li Cenevreyê be

PeyamaKurd- Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, piştî civîna li Koşka Spî daxuyanî da û got, hevdîtina Pûtîn-Zelensky divê li welatekî bêalî were kirin û Cenevre pêşniyar kir.

Macron bi tundî Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn rexne kir û got: “Vladîmîr Pûtîn nêçîrvan e û cinawirek e li ber deriyên me.”

Macron, piştî civîna xwe ya bi Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelensky, Serokê Amerîkayê Donald Trump û hevtayên xwe yên Ewropî re, ji kanala Fransî LCI re axivî û destnîşan kir ku pêşengiya Ewropayê ji bo Ukraynayê “garantiyên ewlehiyê” ne û diyar kir ku ev garantî ji du hêmanên bingehîn pêk tên.

Ya yekem û ya herî girîng, artêşeke bihêz a Ukraynayê ye ku ji sedan hezaran leşkeran pêk tê û bi pergalên parastinê yên nûjen hatiye piştgirîkirin. Ya duyemîn jî garantiyên ewlehiyê ne ku operasyonên asmanî, deryayî û bejayî ku ji aliyê welatên weke Fransa, Brîtanya, Almanya, Tirkiye û yên din ve bên kirin.

Ev nivîs 117 car hatiye xwendin.