Serok Barzanî û Berpirsê Balyozxaneya Amerîkayê têkiliyên Hewlêr-Bexda û mijara petrolê gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Îro, roja Çarşemê, 20ê Tebaxa 2025an, Serok Mesûd Barzanî li Selaheddînê pêşwazî li Berpirsê Balyozxaneya Amerîkayê yê li Iraqê, Stephen Fagin kir. Di civînê de ya ku Konsula Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê Gwendolyn Green jî tê de amade bû, behsa pêşhatên dawî yên li herêmê û têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat kirin.
Beşekî girîng ê hevdîtinê li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de bû. Hat tekezkirin ku divê hinardekirina petrola Herêmê ji nû ve dest pê bike û piştgiriya şirketên Amerîkî bê kirin ku li gorî destûrê li Herêmê kar dikin.
Herweha, her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku çênabe mijara mûçe û mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê bibe beşekî nakokiyên siyasî û divê ev mijar bi lezgînî were çareserkirin.
Di berdewamiya civînê de, tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên du-alî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de hat kirin. Mijarên wekî hilbijartinên dahatû yên parlamentoya Iraqê, rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, pêşveçûnên di pêvajoya reformên Wezareta Pêşmerge de û pêngavên ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xalên din ên guftûgoyê bûn.
Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.




