Îstîxbarata Îranê li Xorasanê Kurdekî çalakvan girt

PeyamaKurd – Li eyaleta Xorasanê li bajarê Şêrwanê çalakvanê Kurd yê bi navê Murtaza Pirzadeh ji aliyê îstîxbarata Îranê de hat girtin.
Pirzadeh, di 20ê Temmûzê de li bajarê Şêrwanê hat girtin û heya niha kes nizane bi çi sedemê girtine û ew birine ku derê.
Murtaza Pirzadeh, di salên dawiyê di nav civaka Kurd de bi danasîna çanda Kurdan û cil û bergên Kurdan dihat nasîn.
Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.




