Şandên Kurdistan û Iraqê dicivin: Her du alî nêzî çareseriya mûçe û petrolê ne

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku sibe 22yê Tîrmehê, civîneke hevbeş di navbera şandên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de tê kirin ku mijar mûçe, dubare hinardekirina petrola Kurdistanê û pêkanîna lihevkirina di navbera herdu aliyan de ye.
Serokê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Etwan Etwanî di civîneke rojnamevanî de ragihand, şandina mûçeyên karmendên Herêmê ji aliyê Wezareta Darayî ya Iraqê ve, bi pabendiyên ku di rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê de hatine destnîşankirin, girêdayî ye.
Endama Komîta Darayî ya Parlamentoya Iraqê Îxlas Duleymî eşkere kir, her du şandên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê sibe bicivin û gotûbêjê li ser mekanîzmaya hinardekirina petrolê û dahatên nepetrolî bikin.
Duleymî da zanîn, piştî destpêkirina hinardekirina petrolê, Hikûmeta Federal dê mûçeyên mehên Gulan, Hezîran û Tîrmehê yên mûçexwerên Herêma Kurdistanê bişîne.
Endamê Komîya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Mihemed Nûrî îro 21ê Tîrmehê li ser civîna sibe got: “Civîneke me ya hevbeş heye ku tê de komîteyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal amade dibin, bi armanca bicihkirina pabendiyên Herêmê yên ku di Encûmena Wezîran a Iraqê de biryar li ser hatiye dayîn.”
Mihemed Nûrî eşkere kir: “Di Encûmena Wezîran a Iraqê de biryar hatiye dayîn ku Herêma Kurdistanê rojane 230 hezar bermîl petrol radestî hikûmeta federal bike û bi rêya kompanyaya SOMO bê hinardekirin, herwiha 120 milyar dînar ji dahatên nepetrolî radest bike.”
Herwiha Nûrî destnîşan kir, piştî bicihkirina rêkeftinê û radestkirina petrol û dahatan, dê mûçeyên mûçexwerên Herêmê bi temamî bên şandin û got: “Em li bendê ne ku di civîna hevbeş a sibe de bigihîjin çareseriyekê.”
Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.




