Li navça Kolikê (Kahta) xortekî di ava çem de fetisî

Li navça Kolikê (Kahta) xortekî di ava çem de fetisî

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) li navça Kolikê (kahta) xortê bi navê Yunus Emre Özsürünç (21) çû çemê Kolikê li devera Pir a Cendereyê. Ji bo pîknîkê bike çû û hem xwe hînik bike ket ava newala Kolikê ya nêzî Pir a Cendere û piştî demekî ji ber çavan dûr ket.

Li ser bûyerê ku jê agahî nehat sitendin, tîmên îtfaiyê, cendirme û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

Piştî yek seetekî tîmên îtfaiyê xortê bi navê  Yunus Emre Özsürünç ji avê derxistin lê tîmên tenduristiyê dîtin ku xort can daye.

Cesedê xortî ji bo otopsiyê birin morga nexweşxana dewletê ya Kolikê.

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.