Serwîsa karkeran ji paş de li tankêrê xist: 35 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Kutahyayê li ser rêya Eskişehirê serwîsa (alav) ku karkeran hildigirt li feleka otogarê ji paş de li tankêra ku rawestiyabû xist û di encamê de 35 karker birîndar bûn.
Tankêra ku serwîsa karkeran lê xist, ya LPGê bû lê vala bû û ji ber wê bobelatekî mezintir neqewimî.
Tîmên tendursitiyê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Evliya Çelebi û nexweşxana Bajêr ya Kutahyayê.
Hat ragihandin ku jiyana birîndaran ne di talûkê de ye û rewşa wan baş e.
Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.




