Netanyahû: Îsraîlê balafirên Îranî ji bo rizgarkirina Esed şandibûn asteng kirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlî Benjamîn Netenyahû roja Yekşemê di gotarekê de got, balafirên şer ên Îsraîlî sala borî balafirên Îranî ku ber bi Sûriyê ve diçûn, girtin û rê li ber hêzên ku ji bo alîkariya serokê wê demê yê wî welatî Beşar Esed hatibûn şandin, girtin.
Di konferansekê de ku ji aliyê Sendîkaya Nûçeyên Cihû ve hat organîzekirin, Netanyahû got ku Îran dixwaze Esed rizgar bike piştî ku dît ku Hizbulaha Lubnanê ya ku Îran piştgiriya wê dike ziyanên mezin di şerê bi Îsraîlê re gihandiye.
Netanyahî got ku Îran dixwaze yek an du beşên asmanî bişîne da ku alîkariya rêberê Sûrî bike.
Me ew rawestand. Me çend F-16 şandin hin firokeyên Îranê yên ku çûn Şamê, ew vegeriyan.
Serokwezîrê Îsraîlê di axaftina xwe de agahiyên zêdetir neda.
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.




