Civîna PDK û YNKyê dest pê kir

PeyamaKurd – Civîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanperwerên Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî dest pê kir.
Civîna şandeyên bilind ên PDK û YNKyê ji bo pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî dest pê kir.
Li dû zanyariyan, her du şandeyên bilind ên danûstandinan ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) îro 28.04.2025 bi serperiştiya Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî dest pê kir.
Her weha di wê civînê de ku demjimêr 12:00ê nîvroyê li havîngeha Dukanê yê Silêmaniyê dest pê kir, danûstandin li ser pêngavên dawî yên pêkanîna Kabîneya 10em a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û biparvekirina peywirên hikûmetê tên kirin.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.




