Li Rihayê 6 kesên destekê dane DEAŞê hatin binçavkirin

Li Rihayê 6 kesên destekê dane DEAŞê hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Hêzên asayîşa bajarê Rihayê beşa TEMê bi sedema desteka malî dane DEAŞê, 6 kesan xist binçav. Di encamê de 4 kesan şandin zîndanê û 2 kesan dersînor kirin.

Heyeta Lêkolîna Sûcên Darayî (MASAK) hesabê kesên wê bihatina binçavkirin vekola û dît ku hesabên wan di ser 5 milyon û 320 hezarn de ye, operasyon kirin ser wan. 6 kesan xistin binçav.

Piştî îfadên wan li emniyetê sitendin wan şandin dadgehê û dadgehê 4 kesan şand zîndanê û 2 kesan derxist derveyê sînorê Tirkiyê. Wisa xwıyaye ku her dû 2 kes xelkê biyanîne lewra wan dersînor kirine.

Navên wan û çiqas destekê dane DEAŞê û di kêjan rêyê de desteka malî dane DEAŞê nehat ragihandin.

Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.