Mesrûr Barzanî êrîşa terorîstî ya li dêra Şamê şermezar kir

Mesrûr Barzanî êrîşa terorîstî ya li dêra Şamê şermezar kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa terorîstî ya xwekujî ya li dêra Mar Eliasê ya li Şamê bi tundî şermezar kir.

Mesrûr Barzanî daxuyaniya xwe li ser platforma Xê belav kir û sersaxî ji bo qurbaniyan, malbatên wan û hemû kesên ji vê êrîşê bandor bûne xwest.

Di daxuyaniya xwe ya de, Mesrûr Barzanî weha got:

“Em êrîşa terorîstî ya li dêra Mar Eliasê ya li Şamê bi tundî şermezar dikin. Dilê me bi qurbaniyan û malbatên wan re ye. Em ji bo azadiya baweriyê û li dijî terorîzmê bi hemû şêweyên wê disekinin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê piştgiriya azadiya olî û baweriyê dike û li dijî her cure terorê bi xurtî radiweste. Ev êrîşa terorîstî ya ku li paytexta Sûriyeyê Şamê qewimî û bû sedema ziyanên canî û maddî. Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de hêviya aramî û ewlehiyê ji bo gelê Sûriyeyê xwest.

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.