Rojava | PDK-S û Pêşverû hevtêgihîştineke 6 xalan îmze kir

PeyamaKurd – Herdu partiyên Rojavayê Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriya (PDK-S) û Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê ji bo bihêzkirina karê hevbeş hevtêgihîştinek îmze kirin.
Malpera PDK-Sê ragihand, di hevdîtineke fermî de di navbera Sekreterê PDK-Sê Mihemed Îsmaîl û Sekreterê Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê Dr. Selah Derwîş, li bajarê Qamişlo, duh 17ê Gulanê hevtêgihiştin hatiye îmzekirin.
Di hevtêgihîştinê de, behsa rewşa hestiyar a Sûriyeyê tê kirin, “piştî ku 14 sal di ser destpêkirina şoreşa gelê Sûriyeyê ya li dijî rejîma stemkar û dîktatorî û rûxandina wê rejîmê re derbas bûne. Gelê Kurd û tevgera siyasî ya Kurdî îro bi kêşeyên nû re rûbirû ne ku ji kêşeyên serdema berê ne kêmtir in. Ji ber vê yekê, guhertinên li qada Sûriyeyê û navçeyê hewce dikin ku her du partiyên hevpeyman bi hev re bixebitin ji bo xizmeta doza Kurdî.
Naveroka hevtêgihîştina PDK-S û Partiya Pêşverû wiha ye:
1- Avakirina komîteyeke pêwendî û hevrêziyê di navbera her du aliyan de, ku ji du endamên her partiyê pêk tê.
2- Xebata li ser hevrêzkirina nêrîn û siyasetan û şêwirîna di navbera her du partiyan de.
3- Wek du partiyên hevpeyman li qadên cuda yên hebûna xwe kar bikin, ji bo afirandina zemîneke hevbeş ji bo hevalên xwe ji bo xebata hevbeş li ser asta rêxistinan.
4- Bi hev re li ser qada niştimanî ya Sûriyê kar bikin, ezmûnan parve bikin û bi hêzên siyasî yên demokratîk re şirîkatiyan ava bikin.
5- Di mijarên siyasî de nêrîn û helwestên hevbeş werbigirin.
6- Di rewşên awarte de ku hewce bike, her partiyek piştgirî, alîkarî û hevkariyê pêşkêşî partiya din bike.
Hate diyarkirin ku ev pêngav wek hewldanek ji bo yekrêziya Kurdî û xurtkirina pêgeha Kurdan di qada siyasî ya Sûriyeyê ya paşerojê de tê dîtin.
Ev nivîs 118 car hatiye xwendin.




