Silêmanî | Li Şarbajêr  hezar donim erd şewitî

Silêmanî | Li Şarbajêr  hezar donim erd şewitî

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê di encama şewateke mezin de, 1000 donim daristan,pûş û giya şewitî.

Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê ragihand: ‘’Ji ber elektrîkê li Şarbajêr 1000 donim pûş û giya şewitîn û agirekî berfireh li sînorê nehiyeya Zelan û li gundên Çork, Çalexezêne û Qazyawa derketiye û tîmên Polîsê Daristanê yên beşa Şarbajêr demildest gihîştine cihê şewatê û destwerdan li şewatê kirin.’’

Hate diyarkirin, bi alîkariya tîmên agirkuj ên qeza Çwarta û niştecihên herêmê agir hatiye kontrolkirin, lê şewat bûye sedema nêzîkî hezar doniman ku rez û baxên hemwelatiyan jî şewitî ne.

Çend roj berê jî li Helebçeyê agirêkî mezin derketibû û ziyanên mezin bi xwe re anîbû. Dîsa sê roj berê li Pêncwenê jî şewat derket ku heta îro sibehê hatiye kontrolkirin.

Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.