Hikûmeta Herêma Kurdistanê 140 nexweşên talasemiyê ji bo çareseriyê dê bişîne derveyî welêt

Hikûmeta Herêma Kurdistanê 140 nexweşên talasemiyê ji bo çareseriyê dê bişîne derveyî welêt

PeyamaKurd – Di pêngaveke mirovî ya girîng de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi projeyeke nû kir ji bo çareserkirina nexweşên talasemiyê bi rêya çandina moxê hestî (bone marrow) ya li derveyî welêt. Di çarçoveya projeyê de, 140 nexweş biçin derveyî welêt û wek qonaxa yekem, 8 nexweş ber bi welatên derve ve hatin birêkirin.

Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê, Dr. Dilovan Mihemed, di civîneke rojnamevaniyê de ya li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ragihand ku ev proje bi serpereştiya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî tê pêkanîn. Dr. Dilovan got, "Em îro dest bi projeyeke stratejîk a di sektora tenduristiyê de dikin. Nexweşên talasemiyê yên ku pêwîstiya wan bi çandina moxê hestiyan heye, dê ji bo çareseriyê ber bi derveyî Herêma Kurdistanê ve werin hinartin."

Dr. Dilovan Mihemed hûrgiliyên projeyê jî eşkere kirin û da zanîn ku ji 140 nexweşan, 100 nexweş bexşerên (donor) xwe yên guncaw di nav malbatên xwe de dîtine. Lê ji bo 40 nexweşên din, dê li nexweşxaneyên derve li bexşerên guncaw were gerandin. Herweha, ji ber ku dema çareseriyê dirêj e, dê her nexweş bi bexşer û hevalekî xwe re biçe. Hat ragihandin ku ev çareserî dê li çar nexweşxaneyên xwedî bawernameya navneteweyî ya JCIyê were kirin.

Rêveberê Tenduristiya Hewlêrê tekez kir ku ev proje berdewamiya karnameya Kabîneya 9em a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ya ku giringiyeke taybet dide çareserkirina nexweşiyên demdirêj ên wekî şêrpence û talasemiyê. Wî destnîşan kir ku çandina moxê hestiyan ji bo van nexweşan çareseriyeke yekcarî û bingehîn e ku dê jiyana wan bi temamî biguherîne.

Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.