Herêma Kurdistanê dê ji bo Kurdên li diyasporayê kûrsên Kurdî yên online bide

Herêma Kurdistanê dê ji bo Kurdên li diyasporayê kûrsên Kurdî yên online bide

PeyamaKurd – Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê bernameyeke perwerdehiya zimanê Kurdî ya online a belaş ji bo Kurdên li dîasporayê ragihand.

Kûrsên ku dê di 1ê Cotmeha 2025an de dest pê bikin, zaravayên Kurmancî, Soranî û hîn dikin û ji bo her temenî dê bên dayîn.

Ev bernameya ku ji sala 2022yan ve bi hevkariya Konfederasyona Dîasporaya Kurdistanê tê meşandin, eleqeyeke mezin dîtiye. Heta niha, zêdetirî hezar kesan ji welatên cîhanê sertîfîkayên fermî wergirtine. Sala borî, 380 xwendekar bi Soranî û 370 bi Kurmancî perwerde bûn, bi beşdariya kesên ji 6 heta 77 salî, di nav wan de malbatên bi zarok, dêûbav û dapîr-bapîran.

Jûraeli gorî mifredata fermî ya dibistanên Kurdistanê ne, heta asta 6sn didomin û di dawiyê de sertîfîkayeke pejirandî tê dayîn.

Wezaretê bang li Kurdên dîasporayê kir ku vê derfetê wekî erkek neteweyî bibînin û zarokên xwe qeyd bikin.

Lînka serîlêdanê:

https://kurdistanidc.org/ziman/

Ev nivîs 191 car hatiye xwendin.