Di fabrika hilberîna gaza narkozê de teqîn çêbû: 2 karker mirin

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Tekirdağê li navça Ergene di fabrika hilberîna gaza narkozê de teqîn çêbû û 2 karker jiyana xwe ji dest dan.
Bûyer li dora nîvroj li herêma serbest ya Ewrûpayê çêbû. Li ser bûyerê wê rayedar îfadên 2 karkerên ku sax rizgar bûne bistînin.
Cenazên her dû karkeran birin morga nexweşxana dewletê ya bajarê Çorluyê.
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




