Donald Trump: Her kî ji Îranê petrolê bikire em ê givaşan deynin ser wan

Donald Trump: Her kî ji Îranê petrolê bikire em ê givaşan deynin ser wan

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump got ku her kîjan dewlet ji Îranê petrolê an berhemên petrokîmyayê bikire, wê givaşan deyne ser wan û wê nehêle ku bi DYA re kar bikin.

Trump, ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê Truth Social de kir û xwest her welat kirîna petrola Îranê û kirîna berhemên petrokîmyayê bide rawestandin. Trump got:

“Welatê ku ji Îranê bi miqdarekî petrolê an berhemên petrokîmyayê bikire, em ê givaşên welatên duyem deynin ser wan. Em ê îznê nedin wan welatan ku bi ti awayî bi DYA re kar bikin.”

Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.