Erdogan û Pûtîn li ser şerê Ukraynayê û Lûtkeya Alaskayê axivîn

PeyamaKurd- Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di pêwendiyeke telefonê de krîza Ukraynayê gotûbêj kirine û Pûtîn nirxandinên xwe yên derbarê lûtkeya li Alaskayê ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bi Erdogan re parve kiriye.
Li gorî daxuyaniya Koşka Kremlînê, Serokê Rûsyayê Pûtîn nirxandinên xwe yên derbarê lûtkeya li Alaskayê ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bi Serokomar Erdogan re parve kir.
Pûtîn û Erdogan herwiha li ser pêşketinên dawî yên li Ukraynayê jî axivîn. Pûtîn, spasiya hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo hêsankirina danûstandinên Stenbolê yên di navbera nûnerên Rûsya û Ukraynayê de kir.
Di hevdîtinê de her du serokan li ser mijarên curbicur ên rojevê yên dualî, nemaze pêşxistina têkiliyên bazirganî û veberhênanê axivîn. Pûtîn û Erdogan herwiha li hev kirin ku têkiliyên xwe yên kesane bidomînin.
Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.




