Hêzên asayîşa Somaliyê derbekî mezin danîn rêxistina Eş-Şebabê: 14 kuştî

Hêzên asayîşa Somaliyê derbekî mezin danîn rêxistina Eş-Şebabê: 14 kuştî

PeyamaKurd – Ajansa Ewlehiyê û Îstîxbaratê ya Netewî ya Somaliyê ragihand ku hêzên asayîşa dewletê li herêma Hîranê operasyon kirine ser rêxistina terorî ya Eş-Şebabê û 4 ji serkirdeyên rêxistinê di nava wan de bi temamî 14 kesan ji nav birine an ku kuştine.

Li gor ragihandina NISAyê; hêzên asayîşa Somaliyê bi desteka hevkarên navdewletî li herêma Hîranê li gundê Şawê bi planekî bi hezir operasyon kirine ser Eş-Şebabê. Hêzên ewlehiyê gotine ku tesîsa xistine hedefa xwe, serpereştên rêxistinê jî tê de bûne û daxwuyaniya wan wehaye:

“Di operasyonê de 4 serpereşt û 10 endamên rêxistinê hatin kuştin. Yên hatine kuştin berpirsê eyaleta Hîrşebeleyê yê rêxistinê Abdullahi Hassan Omar, berpirsên darayî Osman û Qudame Dhere û Abdul Ladhif in.”

Eş-Şebab, li Başûrê Somaliyê 16 sale ku gelek bajar û bajarokan di dest de ne û êrîşan dibin ser xelkê û rayedarên dewletê.

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.