Serok Barzanî li Parîsê: Kurdistan wê her dem wargeha pêkvejiyanê û demokrasiyê be

Serok Barzanî li Parîsê: Kurdistan wê her dem wargeha pêkvejiyanê û demokrasiyê be

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, di merasîma vekirina Kolana Pêşmerge de ya li Parîsê, ev roj wek rojeke dîrokî ji bo gelê Kurdistanê bi nav kir û peyameke xurt da: "Kurdistan dê her tim cihê pêkvejiyanê be û Pêşmerge dê parêzvanê azadî û demokrasiyê be."

Di axaftina xwe de, Serok Barzanî spasiyeke taybet li gel û dewleta Fransayê kir û got, "Fransa û gelê wê dê her tim di dilê gelê Kurdistanê de bin." Wî helwêsta dostane ya Fransa ya di dirêjahiya dîrokê de bi bîr xist û da zanîn ku Fransa yekem welatê Ewropayê bû ku rê da vekirina Enstîtuya Kurdî. Serok Barzanî herweha Serokê berê yê Fransayê François Mitterrand û hevjîna wî Danielle Mitterrand bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em ê helwêsta wan a mirovane qet ji bîr nekin."

Serok Barzanî rola Pêşmerge ya di şerê li dijî terorê de bi berfirehî anî ziman û bal kişand ser fedakariya mezin a Pêşmerge. Wî got, "Di şerê li dijî DAIŞê de 12 hezar Pêşmerge şehîd û birîndar bûn. Pêşmerge ne tenê Kurdistanê, lê tevahiya Iraqê û cîhanê ji terorê diparêze. Bicîhanîna vî erkê pîroz ji bo me şeref û serbilindiyeke mezin e."

Serok Barzanî tekez kir ku rêzgirtina ji bo Pêşmerge, rêzgirtina ji bo têkoşîna azadiyê û dostaniya di navbera gelê Fransa û Kurdistanê de ye. Di dawiya axaftina xwe de, Serok Barzanî bi gotinên "Bijî Parîs, bijî Hewlêr, bijî dostaniya gelên Fransî û Kurd" peyama aştî û hevgirtinê dubare kir.

Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.