Trump: Me Hindistan û Rûsya ji ber bandora Çînê ji dest dan

PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, bi daxuyaniyeke balkêş helwêsta xwe li hemberî nêzîkbûna Hindistan û Rûsyayê ya bi Çînê re nîşan da. Trump da zanîn ku dibe ku Washington her du welatên giring "winda kiribin".
Ev daxuyanî piştî Lûtkeya Rêxistina Hevkariya Şanghayê (SCO) hat ku vê hefteyê li Pekînê hat lidarxistin. Di lûtkeyê de, serokên Hindistan û Rûsyayê li kêleka Serokê Çînê Xî Jînpîng xuya bûn.
Li ser vê yekê, Trump di parvekirineke xwe ya li ser medyaya civakî de weha nivîsî: "Wisa dixuye ku me Hindistan û Rûsya ji destê Çîna herî kûr û tarî winda kirine. Ez ji wan re pêşerojeke dirêj û serkeftî bi hev re dixwazim!"
Şiroveya Trump weke nîşaneya nêrîna Washingtonê ya li ser hevsengiyên nû yên jeopolîtîk û zêdebûna bandora Çînê li herêmê tê nirxandin. Ev gotin di heman demê de fikarên Amerîkayê yên derbarê têkiliyên xwe yên bi Hindistan û Rûsyayê re radixe ber çavan.
Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.




