Şaredarê Herêma 15emîn a Parîsê: Karê me, wefadarî ye ji bo têkoşîna Pêşmerge

PeyamaKurd – Şaredarê Navçeya 15emîn a Parîsê, Philippe Goujon, ragihand ku hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de berxwedaneke xurt nîşan dane û bûne sembola Kurdistanê.
Îro, roja Înê, 5ê Îlona 2025an, di merasîma vekirina Kolana Pêşmerge de li Parka Andre Citroën a Parîsê, Şaredarê Navçeya 15emîn a Parîsê axaftinek kir ku Serok Barzanî û gelek Kurdistanî tev li vekirina wê bên.
Goujon got, "Em îro li vir in da ku hezkirina xwe ya ji bo Pêşmergeyan diyar bikin. Tiştê ku em dikin, nîşandana wefadariya me ya ji bo têkoşîna Pêşmergeyan e." Wî herweha destnîşan kir ku bi navkirina kolanê ya bi navê "Pêşmerge", ew "fedakariya Pêşmergeyên ku ji bo azadiya mirovahiyê şer kirine, bi rûmet dikin."
Goujon anî ziman ku di wê serdemê de ku rejîma Baesê hewl dida Kurdan tune bike, hêzên Pêşmerge berxwedaneke xurt kirin û got,
"Pêşmergeyan çand û nasnameya xwe parast. Ew nehatin tunekirin, lê wan xwe afirand. Ew bûn sembola Kurdistanê. Di şerê li dijî DAIŞê de jî dîrok nivîsandin, bi hezaran canên xwe feda kirin û Êzidî parastin."
Şaredarê Navçeya 15emîn a Parîsê da zanîn ku gelek Pêşmergeyan di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de berevanî kiriye û divê ew neyên jibîrkirin. Wî herweha got, "Serok Barzanî nûnertiya Kurdên li Kurdistanê dike."
Di dawiyê de, Goujon tekez kir ku bi navkirina kolanê bi navê "Pêşmerge", wan careke din pabendbûna xwe bi hêzên Pêşmerge re nîşan daye.
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




