Serok Barzanî: Divê alimên olî rola xwe ji bo nêzîkbûna axê û evîna welêt bêhtir bilîzin

Serok Barzanî: Divê alimên olî rola xwe ji bo nêzîkbûna axê û evîna welêt bêhtir bilîzin

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, beşdarî bernameya Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî bi druşma Kurdistan Dergûşa Pêkvejiyanê ye bû û ji mamosteyên olî yên îslamî û Pêkhateyên olî yên din ên Kurdistanê re gotarek pêşkeş kir.

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku bi amadebûna Serok Barzanî û bi beşdariya mamosteyên ola pîroz a îslamê û Pêkhateyên olî yên din ên li Kurdistanê civînek hatiye li darxistin.

Serok Barzanî bi xêrhatina amadebûyan kir û got: "Me çanda jiyana hevbeş ji bav û kalên xwe mîras girtiye. Em hemû mirov û xizmetkarên Xwedê ne. Dîtina we hemûyan bi hevre rengehe herî xweşik di cîhanê de ye. Vê çandê pir xizmeta Kurdistan û mirovahiyê jî kiriye, em hêvî dikin ku ev çand berdewam bike û bêtir ava bibe."

Serok Barzanî got: "Gelek plan li dijî Kurdistanê têne çêkirin. Ev di tevahiya dîrokê de siyaseta rayedarên Iraqê bûye. Ji ber vê yekê, em ê ji bo berjewendî û pêşeroja gelê Kurdistanê bi hev re li dijî her dijwariyekê bisekinin.”

Serok Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir, "Dijmin dixwazin bi her awayî çanda resen a Kurdewarî hilweşînin û bi zorê rêya  cudahiyê tînin nav çanda resen a Kurdewarî, bi cih bînin, lê em ê van gavên xerîb bi alîkariya Xwedê û yekîtiya neteweya Kurd hilweşînin.”

Serok Barzanî da zanîn, "Em hêvî dikin ku hikûmeta Kurdistanê berî hilbijartinên parlementoya Iraqê were avakirin.”

Serok Barzanî got: “Girîng e ku alimên olî rola xwe ji bo nêzîkbûna axê û evîna welêt bêtir bilîzin."

Di derbarê madeyên hişber de, Serok Barzanî ew wekî gefek cidî ji bo civakê û pêşeroja ciwanên Kurd bi nav kir û ji bo wê armancê jî, berê xwe da mamosteyên olî û Pêkhateyên din ên olî ku li dijî madeyên hişber şer bikin û hişyariyê belav bikin ku xebat ji bo têk birina civakê tê kirin.

Serok Barzanî li ser hilbijartinên Parlamentoya Iraqê jî got, "Her kes azad e ku deng bide, lê girîng e ku xizmetên ku ji bajarên Kurdistanê re têne kirin  di nav de aştî û ewlehî bê cudahî, av, elektrîk, rê û hwd., werin berçav girtin."

Serok Barzanî destnîşan kir, "Ez dixwazim spasiya gelê Kurdistanê bikim ji bo berxwedana wan a li dijî zilm û qutkirina debara jiyana wan. Tevî hemî gotinan, em ji bo berjewendiya Kurdistanê beşdarî hilbijartinan bû."

Wezareta Ewqafê, di civînê de Dr. Paştiwan Sadiq, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî, pêşwaziya Serok Barzanî kir û got: "Armanca bingehîn a olê, peyama tolerans, aştî û wekheviyê ye."

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.