Artêşa Îsraîlê: Du cenazeyên din ên rehîneyan gihîştin welêt

PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê ragihand ku du cenazeyên din ên rehîneyan bi rêya Xaça Sor ji Hemasê hatine wergirtin û anîne welêt. Hate ragihandin ku cenaze ji bo nasnameya wan bê tespîtkirin, birine Navenda Neteweyî ya Tipa Edlî.
Hemasê ku berê ragihandibû ku ew pabendî agirbesta li Xezeyê ye du rehîneyên din ên jiyana xwe ji dest dane radestî Îsraîlê kir.
Di daxuyaniya Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) de hat gotin ku 2 cenazeyên rehîneyan, yên ku bi rêya Xaça Sor ji Hemasê hatine wergirtin, anîne welêt û wiha hate gotin: "Cenaze ji bo nasnameya wan bê tespîtkirin bo Navenda Neteweyî ya Tipa Edlî hatine veguhestin."
Di daxuyaniyê de bang li raya giştî hat kirin ku li ser vê mijarê bi hesasiyet tevbigerin û hat gotin, "Agahiyên derbarê tespîtkirina nasnameyê de dê pêşî ji malbatên rehîneyan re bên dayîn."
Medya Îsraîlê ragihandibû ku Hemasê heta niha di çarçoveya agirbesta Xezeyê de 20 rehîneyên Îsraîlî yên zindî û 10 rehîneyên mirî radest kirine. Hate destnîşankirin ku piştî piştrastkirina nasnameyên van 2 rehîneyên dawî, dê hejmara rehîneyên mirî yên di destê Hemasê de dakeve 16an.
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.




