Hakan Fidan bi wezîrê Saûdiyê Al Saûd û serokwezîrê Qatarê re axifî

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan di rêya telefonê de bi wezîrê karên derve yê Erebistana Saûdiyê bi Ferhan Al Suud re axifî û di axaftina xwe de behsa naskirina dewleta Fîlîstînê û alîkariya ku here Fîlîstînê ya mirovî kir.
Li gor ragihandina rayedarekî wezareta karên derve ya Tirkiyê; di axaftyinê de li ser civîna ku wê di 22yê Êlûnê de li New Yorkê bibe, ji bo amadekariya civînê, naskirina dewleta Fîlîstînê û desteka mirovî ya Fîlîstînê axifîn.
Li aliyê dinê car din Hakan Fidan di rêya telefonê de bi serokwezîrê Qatarê Şêx Muhammed bin Abdurrahman Al Sani re axifî û car din mijar, naskirina dewleta Fîlîstînê û desteka mirovî ya ku here Fîlîstînê bû.
Hewlên wezîrê Tirkiyê Hakan Fidan ji bo naskirina dewleta Fîlîstînê ji aliyê gelek dewletan ve û ji bo alîkariya mirovî here Fîlîstînê ye ku xebatên dîplomasiyê dimeşîne.
Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.




