Hikûmeta nû ya Almanya hate avakirin: Friedrich Merz dibe Serokwezîr

Hikûmeta nû ya Almanya hate avakirin: Friedrich Merz dibe Serokwezîr

PeyamaKurd - Li Almanyayê, piştî ku koalîsyona bi navê "çirayên trafîkê" ji hev belav bû, piştî 6 mehan hikûmeta nû hate avakirin. Serokê CDU Friedrich Merz, Hevserokên SPD Saskia Esken û Lars Klingbeil û Serokê CSU Marcus Söder li paytexta Berlînê peymana koalîsyonê ya bi navê "Berpirsiyarî ji bo Almanyayê" ku 144 rûpel e îmze kirin.

Merasîma îmzekirinê li Gasometerê, muzexaneya pîşesaziyê ya li taxa Schönebergê ya Berlînê pêk hat. Li gorî vê peymanê, Friedrich Merz dê bibe Serokwezîrê 25emîn hikûmeta Almanyayê û Lars Klingbeil jî dê bibe Cîgirê Serokwezîr.

Merz di axaftina xwe ya li merasîma îmzekirinê de soz da ku koalîsyona nû dê ji roja yekem ve bi awayekî plankîrî û bi hêz dest bi kar bike. Merz got, "Peymana koalîsyonê ya ku me îro îmze kiriye, vê îradeya me ya ku em bi awayekî cidî, baldar û li gorî pirsgirêkan dest bi kar bikin nîşan dide" û got ku ev yek dê bi reform û veberhênanên nû pêk were. Merz ê 69 salî anî ziman ku serfirazkirina vê koalîsyonê erkeke dîrokî ye û got, "Em bi hev re biryar dane ku vê yekê bikin. Ez gelek piştrast im ku em ê ji sibê ve bikaribin welatê xwe bi awayekî xurt, plankîrî û ewledar bi rê ve bibin."

Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.