DEM Parti: Ahmet Türk tedawiya kemoterapiyê qedand û niha dest bi radyoterapiyê kir

DEM Parti: Ahmet Türk tedawiya kemoterapiyê qedand û niha dest bi radyoterapiyê kir

PeyamaKurd – DEM Parti li ser nexweşîn û rewşa şaredarê bajarê mezin yê berê yê bajarê Mêrdînê Ahmet Türk daxwuyanî da û got ku Ahmet Türk dewra kemoterapiyê qedandiye û dest bi dewra radyoterapiyê kiriye. Ahmet Türk bi nexweşîna pençeşêrê ketibû. Li ser rewşa Türk DEM Parti weha got:

“Şaredarê me yê berê yê bajarê Mêrdînê Ahmet Türk dermankirina dewra kemoterayiyê ( ya bi derman) bi serkeftin derbas kiriye û niha dest bi radyoterapiye (tedawiya bi tîrêjê) kiriye. Baweriya me temame ku wê dagere nava xebata xwe ya bo aştiyê. Em car din jê re dibêjin Xwedê şîfa xêrê bidê.”

Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.