Pizişkiyan û Elîyew li Bakuyê civiyan: 7 peyman hatin îmze kirin

PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Mesud Pizişkiyan li paytexta Azerbaycanê Bakûyê bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Elîyew re civiya. Pizişkiyan got, "Eger welatên Îslamê û cîran dest bidin hev, em dikarin modeleke ji Ewropayê serkeftîtir ava bikin."
Pizişkiyan diyar kir ku ew dixwazin di warên pîşesazî, zanist, çand, aborî, siyaset û ewlekariyê de hevkariyê bihêz bikin û planeke stratejîk a berfireh di navbera her du welatan de bê amadekirin.
Di navbera her du welatan de 7 peymanên hevkariyê hatin îmzekirin ku warên şêwirmendiya siyasî, veguhestin, çand, tenduristî, medya û veberhênanê dihewîne.
Pizişkiyan tekezî li ser girîngiya hevkariya herêmî kir û got ku Îran û Azerbaycan dikarin di herêmê de aştî û ewlekariyê saz bikin li ser bingeha rêzgirtina hevpar û parastina yekparçeyiya erdî.
Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.




