Li Aksaray a Îstenbolê mirovekî ewilî jina xwe û paşî xwe kuşt

Li Aksaray a Îstenbolê mirovekî ewilî jina xwe û paşî xwe kuşt

PeyamaKurd – Li navça Îstenbolê ya bi navê Aksarayê li taxa Şeyhamit kesê bi navê Cesur B. di mala xwe de bi jina xwe re munaqeşe kir, piştî jina xwe bi demançê kuşt, bi heman demançê xwe jî kuşt.

Kesê jina xwe kuşt navê wî Cesur B. (47) û navê jina wî Naciye B. (45) ye. Cesur B. ewilî zaroka xwe kir odeyekî, derî li serê mifte kir û paşî li hevjîna xwe xist û bi heman çekê xwe kuşt.

Piştî polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, dîtin ku Naciye B. li malê can daye û Cesur B. birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Aksarayê û li wê derê can da. Lêkolîna polîsan li malê dewam dike.

Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.