Îsraîlê Beyrût kir armanc!

Îsraîlê Beyrût kir armanc!

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê piştî hişyariya valakirinê, başûrê paytexta Lubnanê Beyrûtê bi êrîşên hewayî hedef girt.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee, di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê xwe yê X da, gef xwar ku wê avahiyek li Taxa Hadesê bike armanc ku îdia dikir tesîseke Hizbullahê ye û daxwaza valakirina avahiyên derdorê kir.

Piştî daxuyaniya Adraee, li taxa Hades a li başûrê paytext Beyrûtê guleyên hişyariyê ber bi hewayê ve hatin avêtin da ku mirov ji herêma gefê dûr bikevin.

Wesayîtên hewayî yên bêmirov (UAV) yên Îsraîlê jî bi karanîna roketên piçûk wekî guleyên hişyariyê êrîşek li ser herêma başûrê Beyrûtê kirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di 28ê Adarê de ji başûrê Lubnanê roket ber bi bakurê welêt ve hatine avêtin û piştre bi rêze êrîşên hewayî başûrê Lubnanê û paytext Beyrûtê hedef girtin.

Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.