Hilbijartineke krîtîk li Kanadayê tê lidarxistin!

PeyamaKurd – Her ku hejmartina dengan di hilbijartinên giştî yên Kanadayê de berdewam dike, encamên nefermî nîşan didin ku Partiya Lîberal a desthilatdar di rêza yekem de ye.
Li Kanadayê ku di bin siya gefên Serokê Amerîkayê Trump de dikeve hilbijartinê, li gorî pêşbîniyên weşana giştî CBC, Partiya Lîberal a bi serokatiya Serokwezîr Mark Carney bi %48.1ê dengan di hilbijartinê de pêşengiyê dike.
Partiya Muhafezekar a bi serokatiya Pierre Poilievre bi rêjeya %42ê dengan di rêza duyemîn de ye û Partiya Bloka Quebecê jî bi rêjeya %7ê dengan di rêza sêyemîn de ye.
Carney, serokê Partiya Lîberal ku piştî îstifaya xwe ji posta ku Serokwezîrê berê Justin Trudeau di sala 2015an de girtibû, di 14ê Adarê de dest bi hilbijartinê kir, li gorî anketên dawî, wekî namzedê herî bihêz tê dîtin ku tê payîn ji sindoqên dengdanê bi ser bikeve.
Hîn ne diyar e ka gelo Partiya Lîberal wê di parlementoyê de têra kursiyan bi dest bixe da ku bi tena serê xwe hikûmetekê ava bike. Lê belê weşana dewletê CBC ragihand ku Partiya Lîberal têra xwe kursî bi dest xistiye, ji ber vê yekê ne hewce ye ku bi partiyeke din re hikûmetekê ava bike.
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.




