Erdogan îro diçe Îtalyayê

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro di çarçoveya Lûtkeya Hukûmî ya Tirkiye-Îtalyayê de wê serdana Romayê bike.
Erdogan wê bi Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni re bicive û wê li ser têkiliyên dualî û mijarên herêmî û cîhanî biaxive.
Rojeva sereke ya lûtkeyê, ku wê îradeya xebata hevbeş li ser xeta Enqere-Romê xurt bike, wê têkiliyên dualî bin.
Erdogan û Melonî dê polîtîkayên ji bo zêdekirina qebareya bazirganiya xwe ya hevbeş, ku par ji 32 milyar dolarî derbas bû, binirxînin.
Herwiha tê payîn ku têkiliyên Tirkiye-Yekîtiya Ewropayê jî di civînê de bên nirxandin. Serok wê li ser endametiya Tirkiyeyê ya ji bo YEyê nêrînên xwe parve bikin.
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.




