Hikûmeta demkî ya Şamê û Durziyan şer kir: 2 kes mirin, 8 kes birîndar bûn

Hikûmeta demkî ya Şamê û Durziyan şer kir: 2 kes mirin, 8 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li paytexta Sûriyeyê Şamê, di şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlehiyê yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û komeke leşkerî ya girêdayî Durziyan de 2 kes hatin kuştin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA) li taxa Ceramaneyê ya li başûrê Şamê di navbera hêzên ewlehiyê yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û komên leşkerî yên bi ser civaka Durziyan de şer derket.

Koma Durziyan li taxa Ceramaneyê ya ku bi piranî Durzî lê dijîn û bi qasî 8 kîlometreyan dûrî navenda Şamê ye, bi çekên giran gule li hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyeyê reşandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatine wergirtin, di pevçûnên çekdarî de yên ku di saetên serê sibê de qewimîn 2 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi şandina hêzên leşkerî bo taxê tedbîrên ewlehiyê zêde kirine.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, piştî pevçûnan di nav sivîlên li Taxa Ceramaneyê de tirs û fikar peyda bûye.

Hat zanîn ku çekdarên hikûmeta demkî li herêmê tedbîrên leşkerî yên zêdetir wergirtine û li taxê operasyon dane destpêkirin.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.