Zelensky: Agirbesta 8ê Gulanê hewldanek ji bo manîpulekirinê ye

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku ragihandina agirbesta demkî ya Rûsyayê di 80emîn salvegera Serkeftina Şerê Cîhanê yê Duyemîn de hewldanek ji bo manîpulekirinê ye û got, "Tiştê ku dikare zemîna dîplomasiya rastîn biafirîne agirbestek tavilê, bêkêmasî û bê şert û merc e ku herî kêm 30 roj e."
Rêveberiya Rûsyayê ragihand ku ji bo 80 saliya serkeftina di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, ji nîvê şevê ya 7-8ê Gulanê heta nîvê şevê ya 10-11ê Gulanê agirbest ragihandiye.
Zelensky di peyameke vîdyoyî de ku li ser hesabê xwe yê Telegramê parve kir, nirxandinên li ser îlankirina agirbesta demkî ya Rûsyayê ya di 8-11ê Gulanê de kir û îdia kir ku artêşa Rûsyayê îro êrîşek li ser tesîsên enerjiyê yên li Ukraynayê kiriye.
Zelensky got, "Em naxwazin saniyeyek jî ji vî şerî li Ukraynayê hebe û em her tim dibêjin ku em amade ne ku bi zûtirîn dem bi hemî hevkarên xwe yên ku dikarin bibin alîkar ji bo avakirina aştiyê û garantîkirina ewlehiyê bixebitin."
Zelensky derbarê ragihandina agirbesta demkî ya di 80 saliya Serkeftina Rûsyayê ya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de de wiha got:
"Niha hewldanek din a manîpulekirinê heye. Ji ber hin sedeman, divê her kes li benda 8ê Gulanê bimîne û tenê wê demê divê agirbest were danîn da ku di meşa Putin de agirbest çêbibe. Em qîmetê didin jiyana mirovan, ne torenên meşan. Ji ber vê yekê em difikirin ku cîhan bawer dike ku ne hewce ye li benda 8ê Gulanê bimîne."
Zelensky diyar kir ku piştî agirbesta demkî berdewamiya pevçûnan wê bibe sedema mirina mirovan û got, "Tiştê ku dikare bingeha dîplomasiya rastîn biafirîne ev e ku agirbestek tavilê, bêkêmasî û bê şert û merc ji bo herî kêm 30 rojan were misogerkirin, were garantîkirin û ew pêbawer were kirin."
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.




