Fermana ku wê statuya parêzgeha Helebceyê bide îro tê îmzekirin

PeyamaKurd – Tê payîn ku Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd îro li Qesra Komarê ya li Bexdayê fermana dayîna statuya parêzgeha Helebceyê îmze bike.
Li gorî agahiyan, tê payîn ku Serokkomarê Iraqê roja Sêşemê 29ê Nîsana 2025an (îro) pêşnûmeqanûnê îmze bike, piştî ku Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê, Şaxewan Abdullah, di 27ê Nîsanê de pêşnûmeqanûn ji Serokkomariyê re şand.
Piştî îmzekirina ji aliyê Serokkomarê Iraqê ve, pêşnûme qanûn wê ji Wezareta Dadê re were şandin û piştre di Rojnameya Fermî ya Iraqê de were weşandin.
Parlamentoya Iraqê di rûniştina 14ê Nîsana 2025an de pêşnûmeya qanûna ku statuya parêzgeha Helebceyê dide, pejirand.
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.




