Yaşar Guler: Divê PKK û hemû pêkhateyên wê çekan deyînin

Yaşar Guler: Divê PKK û hemû pêkhateyên wê çekan deyînin

PeyamaKurd – Wezîrê Parastina Neteweyî yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, di çarçoveya "Merasîma Roja Gaziyan a 19ê Îlonê" de daxuyaniyek da û bang li Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hemû rêxistinên girêdayî wê kir ku demildest û bê şert û merc çekên xwe deynin.

Di merasîma ku li Wezareta Parastina Neteweyî hat lidarxistin, Wezîr Guler bal kişand ser armanca hikûmetê ya "Tirkiyeya bêteror". Wî da zanîn ku di demeke ku aloziyên jeopolîtîk gefan li herêmê dixwin, Tirkiye bi armanca xurtkirina yekitî û hevgirtina navxweyî derbasî serdemeke nû dibe.

Guler di axaftina xwe de bi tundî li ser pêwîstiya bidawîkirina terorê sekinî û got, "Îro, em bi biryardariyeke mezin ber bi armanca 'Tirkiyeya bêteror' ve dimeşin, da ku welatê xwe ji belaya terorê ya ku zêdetirî 40 sal in bûye gef li ser aramî û ewlehiya me, rizgar bikin û paşerojeke ewle ji zarokên xwe re misoger bikin."

Wezîrê Parastinê bangawaziya xwe weha anî ziman: "Ji bo gihîştina vê armancê, divê PKK û hemû komên pê ve girêdayî, li gorî banga ku hatiye kirin û biryara bidawîanînê, tavilê dev ji hemû çalakiyên xwe yên terorîstî berdin." Wî bi taybetî amaje Hêzên Sûriyeya Demokratîk kir û weha pê de çû: "Divê hemû şaxên wan ên ku bi navên cuda û li herêmên cuda, bi taybetî li Sûriyeyê weke PKK/YPG/HSD tevdigerin, demildest û bêyî tu şertekî çekên xwe radest bikin."

Yaşar Guler herweha tekez kir ku Tirkiye dê tu carî rê nede ku tu rêxistineke terorîstî li herêmê bi cih bibe an jî di bin navên cuda de çalakiyên xwe bidomîne.

Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.