Rêveberiya Trump ji bo vegerandina binkeya ya Bagramê ji Talîbanê hewl dide

Rêveberiya Trump ji bo vegerandina binkeya ya Bagramê ji Talîbanê hewl dide

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump û tîma wî ya ewlehiya neteweyî ev bi mehan in ku hewl didin Binkeya Hewayî ya Bagramê ya stratejîk a li Efxanistanê ji destê Talîbanê vegerînin.

Li gorî agahiyên ku 3 çavkaniyan dane medyaya Amerîkî, rêveberiya Trump ji meha Adarê ve li ser vebijarkên cuda dixebite da ku Bagramê careke din bixe bin kontrola Amerîkayê. Donald Trump bi xwe jî roja Pêncşemê di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de li gel Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, cara yekem bi awayekî eşkere behsa vê hewldanê kir.

Trump got, "Me Bagram belaş da wan (Talîbanê). Niha em hewl didin ku wê bi  paş ve bistînin," û amaje bi wê yekê kir ku daxwazên Talîbanê ji Amerîkayê dikarin di danûstandinan de bibin derfetek ji bo Waşingtonê.

Li gorî çavkaniyan, sedemên sereke yên Waşingtonê ji bo vegerandina Bagramê, bikaranîna wê wekî navendeke çavdêriyê li dijî Çînê ye ji ber nêzîkbûna wê (nêzîkî 800 km), destpêkirina operasyonan li dijî DAIŞê û gihîştina çavkaniyên madenî yên Efxanistanê ne. Lêbelê, pêkanîna van planan hebûna leşkerî ya Amerîkayê li welat careke din hewce dike.

 

Binkeya Hewayî ya Bagramê ya ku nêzîkî 20 salan mezintirîn binkeya leşkerî ya Amerîkayê li Efxanistanê bû, di Tîrmeha 2021an de hate valakirin. Rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê ya sala 2023yan destnîşan kiribû ku valakirina Bagramê bûbû sedema kaosa li Balafirgeha Kabulê di dema vekişînê de.

Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.