Dijeterora Iraqê: Me li Sûriyê serkirdeyekî DAIŞê kuşt

PeyamaKurd- Dijeterora Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan bi hevahengiya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî serkirdeyekî payebilind ê DAIŞê li nav axa Sûriyeyê kiriye armanc.
Dijeterora Iraqê îro 19ê îlonê eşkere kir, “Li gorî rênimayên Serokê Encûmena Wezîran û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Dezgeha Dijeterorê Ferîqê Yekê Kerîm Temîmî, operasyonek ji bo kuştina Omer Ebdilqadir Besam hat kirin û ew hat armanckirin, ku bi navê Ebdirehman Helebî tê nasîn û yek ji serkirdeyên herî navdar ên rêxistina terorîst a DAIŞê ye.”
Dezgeha Dijeterora Iraqê ragihand, “Ew operasyon serê sibeha îro (În, 19ê Îlona 2025ê) li nav axa Sûriyeyê bi hevahengiya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî hatiye kirin.”
Hate diyarkirin, terorîst Helebî di nav rêxistinê de xwedî postê Berpirsiyarê Operasyon û Ewlehiya Derve bû, berpirsiyarê plandanîn û çavdêriya "parêzgehên dûr" bû.
Herwiha hate gotin, destê wî di teqîna li Balyozxaneya Iranê ya li Libnanê de heye û hewl daye operasyonên terorîstî li Ewropa û Amerîkayê jî bike ku bi bizavên îstîxbaratî hatine pûçkirin.
Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.




