Hêzên Îsraîlê di nav Sûriyê de kesek girt

Hêzên Îsraîlê di nav Sûriyê de kesek girt

PeyamaKurd- Hate ragihadin ku hêzên Îsraîlê cardin derbasî gundewarê Quneyterayê bûne û kesek girtine.

Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, hêzên Îsraîlê derbasî gundê Kodene li Quneyterayê bûn û şivanekî pez girtin.

Li Dera ya rojava jî, hêzeke Îsraîlê ku ji 7 wesayîtên leşkerî pêk dihat derbasî gundê Abdîn bû û gihîşt nêzîkî gundê Koya û piştre vekişiya.

Dîsa li gundewarê Dera ya rojhilat doh hejmarek helîkopterên Îsraîlê li esmanê bajarokê hatin dîtin.

Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.