Krîza personalan di artêşa Îsraîlê de rû da: Leşkeriya mecbûrî hat dirêjkirin

PeyamaKurd – Piştî agirbesta 19ê Çileya îsal a li Xezeyê, Îsraîlê di 18ê Adarê de êrîşên xwe ji nû ve dest pê kirin.
Ji ber krîza personelan, artêşa Îsraîlê xizmeta leşkerî ya mecbûrî 4 mehan dirêj kir, ku wekî xizmeta alîkariyê tê hesibandin, leşker mecbûr kirin ku 3 salan xizmetê bikin û betlaneyên beriya qedandina leşkeriyê hatin betalkirin.
Li gorî ajansa The Cradleê, ev biryar ji ber şerên dijwar û kêmbûna 10,000 leşkeran, ku 7,000 di yekîneyên şer de ne, hatiye girtin.
Hat ragihandin ku kesên wekî alîkarê artêşê xizmetê dikin, bi kêmbûna motîvasyonê û nerazîbûnê re rû bi rû mane.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.




