Mesrûr Barzanî û şanda Taylandî li ser pêşxistina têkiliyan axivîn

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 29ê Nîsanê li paytext Hewlêrê pêşwaziya şandeke Taylandî ya bi serokatiya Şêwirmendê Wezîrê Derve Dusit Manapan kir.
Di civîna ku Balyozê Taylandê yê li Urdin û Iraqê Supark Prongsura jî beşdar bû de, pêşxistina têkiliyên dualî di warên cûrbecûr de hat gotûbêjkirin.
Şanda navborî xwesteka xwe ya ji bo pêşxistina hevkarî û hemahengiya hevbeş û xurtkirina têkiliyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de di warên bazirganî, veberhênan, geştiyarî, perwerde, tenduristî û dîjîtalîzekirinê de anî ziman.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.




