Li Ceremana ya Şamê çekdaran êrîşî Durziyan kir: 5 Kuştî, 12 birîndar

Li Ceremana ya Şamê çekdaran êrîşî Durziyan kir: 5 Kuştî, 12 birîndar

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Ceremana yê li gundewarê Şama paytexta Sûriyê ku cihê pêkhateya Durzî ye, şer û pevçûnên giran rû dan.

Malpera Siweyda 24 ragihand, şeva borî komên çekdar êrîşî bajarokê Ceremana li gundewarê Şamê kirin û di êrîşa wan de 5 kes hatin kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyê, kesên êrîş kirine çekdarên tundrew in û bi behaneya tomareke dengî ku dibêjin ya Şêxekî Durziyan e û tê de gotinên nexweş ji pêxemberê Îslamê re dibêje, êrîş kirine.

Hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê bi fermî ragihandbû ku ew tomara dengî ne ya şêxê Durziyan e.

Şêxê Durziyan Mirwan Kîwan ê bi wê tomara dengî hatiye tometbarkirin, di girtevîdiyoyekê de got, ti pêwendiya wî bi wî dengî ve nîne û armanca kesê deng çêkirine û belav kirine, tenê fitneya navbera pêkhateyên Sûrîyê ye.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî da zanîn, şeva borî şer û pevçûnên giran navbera çekdarên bajêr û yên ji derveyî bajêr rû dan û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.