Di kemînekê de 5 polîsên Îranê hatin kuştin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li başûrê rojhilatê Îranê di kemînekê de herî kêm 5 polîsên Îranê hatine kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Farsê daye xuyakirin, êrîşkarên ku nasnameya wan ne diyar e li nêzîkî bajarê Îranşehrê yê parêzgeha Sîstan-Belûçistanê dane pey şopa tîmên dewriyeyê û êrîş birine ser wan ku 5 endamên ewlehîyê hatine kuştin.
Medyaya Îranê wêneyekî pîkapeke polîsan weşand ku şûnên guleyan pê ve ne û li kêleka wê term li erdê ne. Hate diyarkirin ku operasyonek ji bo şopandin û naskirina êrîşkaran hatiye destpêkirin.
Li ser Telegramê jî koma cîhadî ya Sunî Ceyş el-Edlê (Artêşa Dadê) berpirsyariya êrîşê li xwe girt.
Ew rêxistin, gelek caran li Sîstan-Beluçistanê kemînên kujer ên li dijî polîs an endamên Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamî radigihîne.
Ev nivîs 139 car hatiye xwendin.




