Avakirina pira ser çem dewam dikir lê pir hilweşiya: 12 kes mirin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Bakûrê Çînê li ser çem pirekî ava dikirin lê ji nîşka de pir roxiya nava çem û herî kêm 12 xebatkarên pirê mirin û 4 kes jî wenda bûn.
Perçên ku ji pirê ketin, bi wan re karker jî ketin nav ava Çem ê Zer. Tîmên pêwendîdar çûn ciyê bûyerê. 806 xebatkar ji bo kesên bi perçên pirê re ketin, têkoşiyan.
27 bot, helîkopterekî, 91 alavên rizgarkirinê destekê didin xebatkaran. Ajansa xeberan ya dewleta Çînê ragihand ku qeza kar ji ber qetandina kabloyê çêbûye.
Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.




