Ji Qubad Talebanî peyama bûyerên Silêmaniyê

PeyamaKurd- Cîgirê Serokê YNKê Qubad Talebanî, derbarê şer û pevçûna dema girtina Lahur Şêx Cengî de ku 3 endamên hêzên ewlehiyê can dabûn de peyamek belav kir û got, em nahêlin xwîna şehîdên sepandina yasayê bi vala biçe.
Qubad Talebanî îro 22ê Tebaxê peyamek belav kir û sersaxî li malbatên qurbaniyên şer û pevçûnên Silêmaniyê kir û hêviya şifaya zû ji birîndaran re xwest.
Qubad Talebanî destnîşan kir: "Em nahêlin xwîna şehîdên sepandina yasayê bi vala biçe û tawanbar dê rûbirûyî cezayê yasayî bibin."
Îro danê sibehê di navbera hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û hêzên Lahûr Şêx Cengî de şer û pevçûn derketin. Piştî ku sê endamên hêzên YNKê hatin kuştin û 19 kesên din birîndar bûn, Lahûr Şêx Cengî û birayê wî Polad hatibûn girtin.
Ev nivîs 154 car hatiye xwendin.




