Îran û Ewropa dest bi danûstandinên nukleerî dikin

Îran û Ewropa dest bi danûstandinên nukleerî dikin

PeyamaKurd- Îran û welatên Ewropayê dê hefteya bê danûstandinên derbarê mijarên nukleerî û cezayan de ji nû ve bidin destpêkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Arakçî, bi rêya pêwendiyeke telefonê ya hevbeş bi wezîrên karên derve yên Fransa, Almanya û Brîtanyayê re axivî. Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas jî beşdarî pêwendiya telefonî bû.

Arakçî diyar kir ku ev her sê welat di warê qanûnî û exlaqî de ne xwedî maf in ku mekanîzmaya "snapback" (vegerandina cezayên Neteweyên Yekbûyî) bikar bînin. Arakçî destnîşan kir ku Îran ji dîplomasiyê re vekirî ye û her du aliyan li ser berdewamiya danûstandinan li hev kirin.

Di encama van danûstandinên telefonê de, aliyan li hev kir ku hefteya bê, roja sêşemê, danûstandinên di asta alîkarên wezîrên karên derve de berdewam bikin.

Welatên Brîtanya, Fransa û Almanya, ku her sê jî di sala 2015an de peymana nukleerî îmze kirine, berî niha gef li Îranê xwaribûn ku dê mekanîzmaya "snapback" bidin destpêkirin, bi hinceta ku Îran pabendî soza xwe ya di peymanê de nebûye.

Ev nivîs 137 car hatiye xwendin.