Rûsya: Me qebûl kir nermbûnê nîşan bidin lê Zelenskiy ji her tiştî re got ‘na’

Rûsya: Me qebûl kir nermbûnê nîşan bidin lê Zelenskiy ji her tiştî re got ‘na’

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy, pêşniyarên çareseriyê yên ku Serokê DYAyê Donald Trump di civîna li Washingtonê de pêşkêş kiribûn, red kiriye. Lavrov anî ziman ku Rûsya jî qebûl kiriye ku di hin mijaran de nermbûnê nîşan bide.

Lavrov, ji kanala televîzyonê ya Amerîkî NBC News re daye xuyakirin got: "Pûtîn amade ye ku dema rojeva lûtkeyê amade be bi Zelenskiy re hevdîtinê bike, lê ev rojev qet ne amade ye. Serok Pûtîn bi eşkereyî diyar kir ku eger rojev amade be ew ê amade be ku hevdîtinê bike."

Lavrov îdia kir ku aliyê ku pêşketina ber bi peymana aştiyê ve asteng dike Ukrayna ye û bal kişand ser civîna ku Pûtîn bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re li Anchorage ya Alaska pêk anî. Lavrov got: "Piştî Anchorageyê Serok Trump çend xal pêşniyar kirin ku me jî ew parve kirin û me qebûl kir ku di hin ji wan de nermbûnê nîşan bidin."

Zelenskiy ji her tiştî re got 'na'

Lavrov, civîna ku piştî lûtkeya Alaska li Washingtonê di navbera Trump, Zelenskiy û serokên Ewropî de pêk hat bibîr xisit û got: "Dema ku Serok Trump ev mijar anî ser maseya civîna li Washingtonê, ji bo her kesî pir eşkere bû ku çend prensîb hene ku Washington bawer dike divê bên qebûlkirin. Di nav van de ne endamtiya NATOyê ya Ukraynayê û gotûbêjkirina mijarên axê jî hebûn û Zelenskiy ji her tiştî re 'na' got. Heta ji betalkirina qanûna qedexekirina zimanê Rûsî re jî 'na' got."

Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.