Fermandarê navdar ê Boko Haramê hate kuştin

Fermandarê navdar ê Boko Haramê hate kuştin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku artêşa Nîjeriyayê, di operasyoneke 15ê Tebaxê de fermandarekî navdar ê Boko Haramê yê bi navê Bakura kuşt.

Hate diyarkirin ku operasyon li girava Şilawa ya li başûr-rojhilatê Nîjeriya hatiye lidarxistin.

Artêşê ragihand ku balafira şer a hêzên hewayî bênavber êrîş bir ser xalên ku Bakura lê bû.

Temenê Bakura nêzî 40 salî ye û eslê xwe ji Nîjeryayê ye. Zêdetirî 13 sal in di nava refên Boko Haram de ye.

Sala 2021an piştî mirina lîderê rêxistinê Ebubakar Şeko, bûbû yek ji kesên navdar ê rêxistinê.

Boko Haram sala 2009an serhildan li Nîjeryayê daye destpêkirin û heta niha bûye sedema kuştina zêdetirî 40 hezar kesn û penaberbûna milyonan kesan. Rêxistin ji sala 2015an ve li Nîjerê êrîşan pêk tîne.

Ev nivîs 131 car hatiye xwendin.