Barack li Lubnanê dest navbeykariyeke nû dike

Barack li Lubnanê dest navbeykariyeke nû dike

PeyamaKurd- Parlamenterê Lubnanî Cemîl Seyîd roja înê li ser hesabê xwe yê X got: "Nûçeya herî dawî ya îro...

Nûnerê Amerîkayê Tom Barack, ji bo navbeynçîtiya xwe ya li ser başûrê welat, bersiva Îsraîlê wergirt, ku ew jî rawestandina operasyonên leşkerî, radestkirina dîlan û diyarîkirina sînoran li gorî van şert û mercên jêrîn bû.

Lubnan soz da ku mafê hebûna Îsraîlê di nav 14 gundan de bide û wan bi temamî an jî bi qismî ji niştecihên wan vala bike.

Bajarokên ku Îsraîl daxwaz kiriye bi temamî bikeve bin kontrolê de ev in: Adaisa, Kfar Kila, Hula, Markaba û Ayta Al-Shaab.

Bajarokên ku Îsraîl daxwaz kiriye li derdora wan û di daristanên wan de cihên leşkerî yên daîmî ava bike ev in: Xiyam, Ramiye, Yaroun, Aitaroun, Al-Ma Al-Shaab, Dahra, Marouhin, Maroun Al-Ras û Blida.

Seyid herwiha got: “Ji devê Barack hat gotin ku ji bilî lihevkirina herdu aliyan ji bo gihîştina rêkeftinekê ku pêşî li her êrîşeke pêşerojê bigire, çareseriyeke din nîne û her wiha Îsraîl dev ji şert û mercên ku gihîştiye wan bernade.

Di dawiyê de wî got: Eger ev nûçe rast be, û heta ku fermî nebe, dibe ku welatê me wê wek destkeftiyek bibîne, mîna pîrozkirina duh a ji bo wan çekên ku radestî kampa Burj Al-Barajneh hatine kirin.

Lîna Reşîd / Lubnan

Ev nivîs 136 car hatiye xwendin.