Wezîrê Derve yê Îranê û yê Pakistanê civiyan

Wezîrê Derve yê Îranê û yê Pakistanê civiyan

PeyamaKurd – Li gorî ajansa nûçeyan a nîv-fermî ya Îranê Tasnîmê, Wezîrê Derve yê Pakistanê Abbas Araqçî li avahiya Wezareta Derve ya Pakistanê a li paytext Îslamabadê bi hevtayê xwe yê Pakistanî re civiya.

Hat ragihandin ku Araqçi dê di vê serdana yekrojî de bi serokkomar û serokwezîrê Pakistanê re jî hevdîtinên cuda bike.

Wezîrê Derve Araqçî piştî gihîştina xwe ya Pakistanê di daxuyaniyeke çapemeniyê de li ser rageşiya dawî ya di navbera Hindistan û Pakistanê de axivî û got,

“Têkiliyên di navbera Îran û Pakistanê de pir girîng in, mîna têkiliyên Îranê bi welatên din ên herêmê re, bi taybetî bi Hindistanê re. Em ê hewl bidin ku rageşiya li herêmê kêm bikin.”

Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.